Kurdekî Feylî bû Nûnerê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî

.

Luqman Feylî wekî Kurd yekem car e bi awayekî fermî bû Nûnerê Daîmî yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî û belgenameya xwe pêşkêş kir.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Îraqê doh Luqman Feylî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi awayekî fermî belgenameya xwe ya destbikarbûnê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir.

Bi vê yekê, ew bû yekem dîplomatê Kurd ku dibe Nûnerê Daîmî yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî.

Luqman Feylî di merasîma radestkirina belgenameyê de tekezî li ser pêbendbûna neguher a Îraqê ya bi prensîp û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî kir.

Her wiha amadebûna Îraqê ya ji bo xurtkirina hevkariyê li gel rêxistin û saziyên wê yên cuda anî ziman, bi awayekî ku berjewendiyên Îraqê misoger bike û bibe sedema bihêzkirina aştî, ewlehî û bipêşxistina li ser asta herêmî û navneteweyî.

Feylî amaje bi rola Îraqê ya bi rêya serokatiya Koma 77 û Çînê jî kir.

Luqman Feylî kî ye?

Luqman Feylî, Kurdekî Feylî ye û li Bexdayê ji dayîk bûye.

Sala 1989an li Brîtanyayê di beşa Zanistên Komputerê de lîsansa xwe wergirtiye.

Ji sala 2010an ve wekî balyoz di Wezareta Karên Derve ya Îraqê de kar dike û li welatên wekî Amerîka, Japonya û Almanyayê balyoz bûye.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK