Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.
Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dît.
Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibûn.
FIFAyê li ser malpera xwe yê fermî îro ragihand ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.
Alîgirên Zaxoyê pêşiya hevrikên xwe yên Arjantînî û Spanyayî ketin û bûn alîgirên yekemîn li Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.
Serokê Tîma Werzişî ya Zaxoyê Omer Ferhad piştî eşkerekirina xelatê yekser ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Omer Ferhad ev serkeftina dîrokî diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir.
Ferhad diyar kir ku ew bi FIFAyê re di nav pêwendiyê de bûn lê encam ji bo wan jî bûye surprîz û got:
"Ev hest nayê pênasekirin. Me berê bi FIFAyê re hevdîtin kiribû û li ser pêvajoyê axivîbû, wan hinek zanyarî ji me wergirtibûn.
Lê me niha bi daxuyaniyê re fêm kir ku em bi ser ketine."
"Em xelatê diyarî çar parçeyên Kurdistanê dikin"
Omer Ferhad tekez kir ku ev serkeftina cîhanî ne tenê ya tîmeke werzişî ye, nîşaneya yekîtiyeke berfirehtir e.
Omer Ferhad serkeftin diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir û spasiya her kesî kir ku di pêvajoya dengdanê de piştgirî dane alîgirên tîma Zaxoyê û dengê xwe dane wan.
Ahengeke mezin tê lidarxistin
Tîma Zaxoyê amadehiyên mezin kirine û deriyên stadyumê ji bo hemû xelkê Kurdistanê vekirî ne.
Li gorî bernameyê, dê li ser ekranên mezin merasîma FIFAyê bê temaşekirin û hunermendê navdar Ebdulqehar Zaxoyî dê konserekê li dar bixe.
Hat ragihandin ku dê dîmenên bêhempa yên lîstikên agirîn hebin.
Endamê Desteya Kargêrî ya Tîma Zaxoyê Diljar Endan bangî xelkê kir ku çi li stadyumê û çi li malên xwe bi hev re lîstikên agirîn bipeqînin da ku dîmenekî xweşik pêşkêşî cîhanê bikin.