Di encama hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê yên ku li Hisîça û çend herêmên din hatin kirin de Kurdan heta niha 8 kursî bi dest xistine.
Li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ne hemû welatiyan karîbû deng bidin.
Li seranserê parêzgehê tenê mafê dengdanê yên 210 kesan hebû.
Ev yek jî ji ber yasayeke nû ya hilbijartinên nerasterast e ku ji aliyê Ehmed Şer ve hatiye derxistin.
"Em dixwazin mafên me di destûrê de werin sepandin"
Hisên Eliyê ku Kurdekî di nav dengderên Ereb de bû, ji bo namzedekî Kurd dengê xwe bi kar anî.
Hisên Elî hêvî dike ku Kurd tiştên di qada leşkerî de bi dest nexistine, di qada siyasî û dîplomasiyê de bi dest bixin.
Dengder Hisên Elî li ser daxwazên xwe got, "Ez dixwazim di parlamentoyê de doza Kurdan bibe rojeva sereke û mafên Kurdan di destûrê de werin sepandin."
Fesla Yûsif: Divê zimanê Kurdî bibe fermî
Di encama hilbijartinên ku 4 demjimêran ajot de, Kurdan 8 kursî bi dest xistin.
Siyasetmedara Kurd Fesla Yûsifa ku ji sala 1987an ve di nav siyasetê de ye, wekî nûnera Hisîçayê hat hilbijartin.
Fesla Yûsifê destnîşan kir ku barê wê giran bûye û li pey çû:
"Bernameya ku me pêşkêşî hikûmetê kiriye li ser mafên Kurdan e. Me ji wan re gotiye ku divê mafên Kurdan bikevin nav destûrê û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.
Her wiha divê hemû projeyên şovînîst ên ku Beasê li dijî Kurdan kiribûn werin rakirin û zerermendên wan projeyan werin qerebukirin (tezmînatê bistînin)."
Dabeşkirina kursiyan
Li gorî encamên dawî, dabeşkirina kursiyên Kurdan bi vî awayî ye:
Hisîça: Kesek
Qamişlo: 2 kes
Dêrik: Kesek
Kobanî: Kesek
Efrîn: 3 kes (berê hatibûn hilbijartin)
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Enes Ebdê eşkere kir ku li Kobanî û Efrînê jî nûnerên Kurd heneû diyar kir:
"Rast e taybetmendiya Kurdî ya Hesekê heye lê li herêmên din jî Kurd bi ser ketine."
70 kursî dê werin destnîşankirin
Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 kursiyan pêk tê. Ji van 140 kursî bi rêya dengdanê hatin diyarkirin.
70 kursiyên din dê rasterast ji aliyê Serokkomariya Sûriyeyê ve werin destnîşankirin. Tê pêşbînîkirin ku dema navên nû werin ragihandin, di nav wan de jî nûnerên Kurd hebin.