Kurd-Kavê, li Stenbolê li ser ‘’pêvajoya heyî’’ de konferansek li dar xist

.

Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (Kurd-Kav) roja 13.09.20925ê li Stenbolê, li Hola Hîll Otelê bi navê ‘’ ‘’Kurd di kê derê ‘Pvajoya Aştîyê’ de ne’’ konferannsek li dar xist.

Di destpêka konferansê de Serokê Kurd-Kavê Mehmet Celal Baykara kurte axaftinek kir û armanca konferansê anî zimên.

Paşê konferansa ku ji du beşan pêk hatibû destpê kir.

Beşa yekem bi moderatorîya rêvebirê Kurd-Kavê, nivîskarê kurd Ercan Îlgîn hate li dar xistin. Di destpêkê de Ercan îlgîn, di derbarê vê pêvajoya heyî de kurte axaftinek kir.Di vê beşe de Prof. Dr. Azîz Yagan û nivîskarê kurd Umît Firat di derbarê pêvajoya heyî de bîr û rayên xwe anîn zimên.

Beşa duyem a konferansê, bi moderatorîya rêvbirê Kurd- Kavê Huseyîn Sîyabend Aytemûr ve birêve çû. Di destpêkê de, Huseyîn Sîyabend Aytemûr li ser mijarê kurte axaftinek kir, paşê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgın Kaplan û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa heyî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, helwest û daxuyanîyên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî û mijara yekitî, hevkarî û pêwîstîyên kurdan de  bîr û rayên xwe anîn zimên

Di herdu beşên konferansê de jî, beşdarên konferansê pirsên xwe kirin û panelîstan jî bersîvê beşdaran dan.

Mamoste îsmaîl Beşîkçî û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi awayekî berhemdar derbas bû.

13.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


 

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir