Li Başûrê Kurdistanê piştî banga Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajaran xwepêşandan dest pê kirin û welatiyan got, "Îro roja xîretê ye."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2026an bangî ciwanên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kiribû ku tevlî "rêzên berxwedanê" yên li Rojavayê Kurdistanê bibin.
Piştî vê bangawaziyê, li dehan bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê û diyasporayê Kurd daketin qadan.
Li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk, Kelar, Ranye, Zaxo û gelek navçeyên din bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanan bûn.
“Cîhan bila bêdeng nemîne”
Xwepêşandêran daxwaz kir ku cîhan li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemîne.
Li Hewlêrê girseyek çû ber avahiya Konsulxaneya Amerîkayê û ji Washingtonê daxwaza "helwesteke cidî" kir.
“Daxwaza hêsankariya li ser sînoran”
Beşek ji welatiyan amadebûna xwe ya ji bo bersivdana banga HSDyê ragihand û daxwaz kir ku li ser sînoran hêsankarî ji wan re were kirin da ku derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bibin.
Li Şamê li hev nekirin
Banga HSDyê ya seferberiyê, piştî civîna Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer a li Şamê hat.
Li gorî zanyariyan, di wê civînê de her du alî li hev nekiriye û şandeya Rojavayê Kurdistanê ji rayedarên Şamê re gotiye, "Em vedigerin û em dê berxwedanê bikin."
Rûdaw