"Kurd bi peymanên cûda mahkûmê êş û azarê bûn"

Serokê Giştî yê Partiya Karker a Ingilîstanê Jeremy Corbyn li Londrayê di panelekê de peymanên Sevr û Skes-Picot mînak nişandaye.

Serokê Giştî yê Partiya Karker  a Ingilîstanê Jeremy Corbyn li Londrayê di panelekê de peymanên Sevr û Skkes-Picot mînak nişandaye û gotîye : "Di 100 salên dawîyê de gelek nêhêqî li kurdan hatîye kirin û îro li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin û bêyî kurdan li herêmê tu pirsgirêkê nayên çareserkirin."

Jeremy Corbyn di berdewamiya axaftina xwe de gotîye: "Nasnameya gelê kurd hat înkarkirin û bi peymanên cûda mahkûmê êş û azarê bûn.

Di dema Wilson de jî behsa projeya Kurdistana serbixwe dihat kirin. Lê ev xal nehat qebûlkirin. Li herêmên ku wî wezîfê kirîye hejmara kurdan pir zêde bûye. Ew li çend herêmên Kurdistanê geriya ye ku kurd li ser axa xwe rastî gelek zilm û nêheqiyan hatin.

Corbyn di dawîya axaftina xwe de gotîye: "Ji bo her pêşniyara Sûriye û Rojhilata Navîn divê em hisabê gelê kurd jî bikin. Li vir em behsa gelekî ku ziman û nasnameya wî hatiye windakirin dikin."

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê