Kûpaya Cîhanê ya Jinan - Spanya bû şampiyon

.

Spanyayê di pêşbirka fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê ya 2023yan de Brîtanya 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Pêşbirka fînalê ya 9emîn Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê li Stadyuma Olîmpîk a Sydneyê ya Awustralyayê hat lîstin.

Di pêşbirka fînalê de tîmên jinan ên Spanya û Brîtanyayê hatin hemberî hev.

Lîstikvana Spanyayê Olga Carmonayê di xuleka 29an de welatê xwe 1-0 xist pêş.

Nîveka yekem a lîstikê bi vê encamê bi dawî bû.

Spanyayê xuleka 68an penaltiyek bi dest xist lê nekir gol. 

Spanyayê Brîtanya 1-0 têk bir û cara yekem bû şampiyon.

Spanya; piştî Amerîka, Norwêc, Almanya û Japonyayê 5emîn tîma cuda ye ku Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê wergirtiye. 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê