Kuleba: Lavrov lîsteya teslîmbûnê da me!

.

 Di roja 15emîn a êrîşa dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de, lutkeya sêalî ya bi beşdarîya Wezîrê Derve yê Ûkrayna Dmîtro Kuleba, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê birêve çû.

Piştî hevdîtinê Wezîrê Derve yê Ûkrayna Dmîtro Kuleba ragihand ku di pêkanîna agirbestê de ti pêşveçûn çênebûye û got, heger lêgerîneke bo çareseriyê hebe ew amade ne careke din bi vê formata hevdîtinê bicivin.

Kuleba herwiha da zanîn, “Daxwaziyên Lavrov ên ji me dike, wekî lîsteya teslîmbûnê ye. Em ji dîplomasiyê re amade ne, lê em ji xweparastinê re jî amade ne”.

Kuleba got, “Heger welatê ku êrîşî me dike nexwaze, em ê nikaribin şer bidin rawestandin.”

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir