Kujerê her du mamosteyên zanîngehê hat desteserkirin

.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê da zanîn, xwendekarê ku du mamosteyên zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê kuştine, hat desteserkirin.

Xwendekarekî zanîngehê îro bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Diktor Îdrîs Hemexan  girtibû û ew kuştibû, piştre li kampusa zanîngeha Selahedîn êrîşî bi çek êrîşî ser Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Diktor Kawan Îsmaîl kir û ew jî kuşt û karmendekî zanîngehê birîndar kir.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan bi hevkariya ligel hêzên ewlehiyê yên bajarê hewlêrê, kujerê her du mamosteyên zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê desteser kir.

Li gor zanyariyên K24ê, navê wî xwendekarî (A. M. Q) ye û ew pêştir xwendekarê Fakulteya Yasayê ya Zanîngeha Soranê bû û piştî ku wî pirsgirêkek bi mamosteyeke jin re dirust kir, ji zanîngehê hatibû derkirin.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand