Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe

.

Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ev du meh in didome û dîplomasî asê maye.

Li hemberî vê yekê pêngaveke nû ji Washingtonê hat.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Donald Trump ji bo zêdekirina zexta li ser Îranê fermana berfirehkirina dorpêça deryayî daye.

Stratejiya nû armanc dike ku li şûna destwerdana (midaxele) leşkerî, bi rêya felckirina aboriyê Tehranê neçarî paşvekişînê bike.

Bijardeyên leşkerî hatin rawestandin

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê ku disipêre çavkaniyên Koşka Spî, Trump bijardeyên wekî “bombebarankirina ji nû ve” an jî “vekişîna temamî” rîskdar û bimesref dîtin.

Li şûna wê, wî tercîh kir ku çarçoveya dorpêça deryayî ya heyî berfireh bike.

Di vê çarçoveyê de Birêvebiriya Washingtonê armanc dike ku trafîka benderên Îranê û bi taybetî hinartina petrolê bi temamî rawestîne.

Armanc ew e ku aboriya Tehranê ji cîhana derve îzole bike û zextê derxe asta herî jor.

Îstixbarat li rêyên derketinê digere

Divê were gotin ku tevgera leşkerî ya li qadê didome û yekîneyên îstixbaratê yên Amerîkayê jî bala xwe daye ser encamên siyasî yên pêvajoyê.

Li gorî Reutersê, bi taybetî beriya hilbijartinên navberê yên meha çiriya paşîn, senaryoyên ku dê guşara li ser birêvebiriya Trump kêm bikin li ser maseyê ne.

Di nav van senaryoyan de, îhtimala ku Trump “serkeftineke yekalî ragihîne” û ji herêmê vekişe derdikeve pêş.

Lê di raporên îstixbaratî de tê hişyarkirin ku dibe pêngaveke wiha ji aliyê Îranê ve wekî “destkeftiyekê” were dîtin û ji bo Washingtonê wekî lawazbûnekê were hesibandin.

Krîza "dorpêça dualî" kûrtir dibe

Aloziya ku li Tengava Hurmizê zêde dibe, bi pêngavên dualî veguherî krîzeke “dorpêça dualî” ku bandorên cîhanî derdixe holê.

Piştî operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên ku 28ê Sibatê dest pê kirin, pêvajo bi lez aloz bû.

Pasdarên Îranê 4ê Adarê ragihand ku wan li ser tengavê “kontrola temamî” pêk aniye û ev xeta stratejîk ji “hêzên dijmin” re girt.

Birêvebiriya Tehranê ji keştiyên ku dixwazin derbas bibin pereyên zêde xwest û bi vî awayî tengav xist rewşa xaleke kontrolê.

Dorpêça li ser benderên Îranê

Piştî ku dan û standinên li Pakistanê bê encam man, Amerîkayê 13ê Nîsanê dorpêça xwe ya li ser benderên Îranê da destpêkirin.

Di çarçoveya operasyona ku di bin hevahengiya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) de tê meşandin, hemû peravên Îranê dibin armanc.

Heta niha rêya herî kêm 39 keştiyên ku bi Îranê ve girêdayî ne hat guhertin û dest danîn ser du tankerên petrolê.

Trump her wiha da zanîn ku keştiyên ku "pereyê derbasbûnê yê neyasayî" bide Îranê, dê xwedî mafê derbasbûna bi ewle nebe.

Aboriya cîhanê di metirsiyê de ye

Girtina Tengava Hurmizê bûye sedem ku cîhan di peydakirina enerjiyê de rûbirûyê krîzeke dijwar bibe.

Bihayê sotemenî û gubre bi lez zêde dibe. 

Neteweyên Yekbûyî li hemberî egera krîzeke xwarinê ya cîhanî hişyarî da.

Li gorî amarên Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO), nêzîkî 2 hezar keştî û 20 hezar deryavan li Kendava Besrayê asê mane.

Trafîka tankeran li gorî beriya krîzê ji sedî 70 kêm bûye. 

Her wiha ji ber metirsiyê zêdetirî 150 keştî li derveyî tengavê rawestiyane.

Ev rûdan nîşan didin ku Amerîka li şûna destwerdana leşkerî berê xwe daye stratejiyeke nû ya ku zexta aborî kûrtir dike.

Kurdistan Haberleri

Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire
ROJAVA - Guhertina sîstema perwerdeyê: Zimanê Kurdî dê bibe derseke vebijêrkî?
Xulamzade: Berpirsên Herêma Kurdistanê bi berpirsyarî miamele kiriye