Konseya Ewlehiyêya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya ku rakirina daîmî ya sizayên li ser Îranê dihewand red kir.
Bi vê biryarê re rê li ber jinûvesepandina sizayên li ser Tehranê vebû.
Di dengdanê de, tenê Çîn, Rûsya, Pakistan û Cezayîrê piştgirî da pêşnûmayê.
Brîtanya, Fransa, Amerîka û hevpeymanên wan li dijî derketin. Guyana û Koreya Başûr jî bêalî man.
“Berpirsên sereke yên aloziyê ne”
Nûnerê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî, bi tundî bertek nîşanî biryarê da û got:
"Sê welatên Ewropayê (Brîtanya, Fransa, Almanya) berpirsên sereke yên aloziyê ne.
Pêngavên ku wan avêtine êrişeke rasterast li ser yasayên navneteweyî ye."
Dê çi bibe?
Eger heta 28ê Îlonê di navbera Îran û sê welatên Ewropayê de rêkeftinek çênebe dê mekanîzmaya "Snapback"ê bikeve dewrê.
Ev mekanîzma, di rewşa ku Îran pêbendî rêkeftinê nebe, pêşbînî dike ku hemû sizayên navneteweyî bi awayekî otomatîk vegerin.
Rêkeftina nukleer a sala 2015an (JCPOA), piştî ku Amerîkayê sala 2018an bi awayekî yekalî xwe jê vekişand derbeke mezin xwaribû.
Biryara îro krîza di navbera Rojava û Îranê de careke din kûrtir dike.