Kovarên kurdî yên kevn: BERGEH

.

Nuri Aldur 

Kovara Bergehê di sala 1989 an de derketîya û dawî kar û xebata xwe bi rêk û pêk berdewam kirîye. Dor 9 hejmarên wê li ber destên min hene û evan hejmaran di salên 1989 û 1991 ê de hatine belavkirin. Kovar bi xwe; xwe mîna berhemeke sîyasî, çandî û lêkolînî dide nasîn û li ser vê xeta xwe di sekine, di afirînê û belavdibe.                                                            

Kovara Bergehê babet û temayên sîyasî gelek aktîv gotûbêj dike. Heman tișt bo çand û lêkolînê jî wehaye. Nivîsên sîyasî, mîna zilma dewletên ku Kurdistan dagirkirine, dirêj û hûr hûr șîrovedike û ne tenha li gel sevîya șîrovekirinê dimênê – ewe qala tifaq û pêwîstîya yekîtîyan jî dike û çareserî/alternatîvan pêșkêșdike.Di nivîsên çanda kurdî de jî li ser çapemenîyê, agadarîyên li ser hûner û xebatên hinek hûnermendan bo xwendevanan di raxê ber çavan û van berheman belavdike. Tema lêkolinê jî beșekî giringe divê berhemêde û eve giranbehayeke bilind dide kovarê Bergehê; nivîsên mina ”di arșîvên swêdîde kurd” anjî li ser ”Saidî kurdî” û her yên mîna wan.                                                                                                  

Kovara Bergehê bi kurdî û tirkîye û ewan vê prensîba xwe jî her wilo berdewam dikin. Noktekedin ku gelekî giring û hêja jî eve ku cihekî taybet bo ziman/rêzimana kurdî hatîye veqetandin û eve babet bi awakî ilmî û li gor bûnya kurdî hatine amadekirin û bo civaka kurd têt pêskêșkirin.                 

Di van 9 hejmarên li cem min de, redaksîyona kovarê heman navin, li gor rewșa wê demê gelek ji van navan pseudonymin û bê gûman merov famdike. Lê hinek ji nivîskarê mêvan yên Bergehê bi navê xweyî rastî nivîsên xwe îmzadikin û evan nivîskarên jî ne kêmin.                                                       ANALÎZEK KURT: Kovara Bergehê xwedî standardeke(teknîkî, formatîv, naverok û babetên balkêș û aktûalîte) bilinde û eve bêhtirî 30 salana ku dem derbasbûyîye û hema bêje hemî babetên wê yên wê demê îroj jî di rojana me kurdandene. Bergeh berhemeke neteweyîye/kurd û Kurdistanîye. Ji alîyê çapemenî û demokrasîya çapemenîyê(anjî azad û serbestbûna nivîskaran – bi taybet jî nivîskarên mêvan ku ne di redaksîyonêdene) xweș dîyara ku sansûr anjî rê liber wan girtin tûneye û eve jî bo me kurdan û bîlhesa di wan salande tiștekî bi qîmet û pîrozbayîyêye. Nokta ke din ku Bergehê qedrbilinddike jî dem û cîhdana wê bo gramer û rêzimana kurdîye. Ji tek tûk hinek cîtatan(alinti bi tirkî) pêde hîç îșaret û sembolên ideolojîyên hișk û tûj di Bergehêde tûnene. Bergehê rewș, pêșhatin û qedere gelê xwe bo xwe kirîye felsefe, sîyaset û hedefên serkevtinê û ewe li gor normên kovarên modern, xebatên/lêkolînên ronakbîrî bi awakî rêk û pêk jî domandîye. Bergeh wê di tarîxa edebîyata kurdî de xwedî cihekî pîrozbe.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye