Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 93yan weşand

.

Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê Bîrnebûnê hejmara xwe ya nû weşand û di vê hejmarê da cih da nivîsên cuda-cuda ji gotar, hevpeyvîn, çîrok û helbestan.

Redaksîyona kovarê di vê hejmarê da daxuyand ku wan du hevkarên xwe yên hêja winda kirine û got:

“Dr. Mem Xelîkan: Welatparêz, xebatkarê zimanê kurdî, şaîr û nivîskarekî kovara Bîrnebûnê yî bi qîmet. Ji destpêka derketina kovarê heta dawî yek ji hevkarên herî aktîv bû. Di 21ê Tîrmehê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.

Mecît Çiftçî: Di sala 1985an de wek penaber hat Swêdê û ji 1988an heta roja nexweşbûna xwe di Çap û Weşanxaneya APECê de kar dikir. Xebat û kedeka wî ya mezin di weşandina gelek kitêbên kurdî û kovara Bîrnebûnê de heye. Yek ji endamên damezrênerên Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn bû. Di 19ê Gulanê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.”

Her wiha, wekî Prof. Dr. Haci Akman, Muzaffer Ozgur û Mehtab Îdelî bi lêkolînên xwe yên li ser çand û dîroka Kurdî beşdar bûn.

Bîrnebûn di sala 1997an de li Almanyê ji aliyê komek rewşenbîrên Kurd ve hat damezrandin û piştî du hejmaran di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê weşana xwe didomîne.

Kovar 28 sal in xizmeta Kurdî dike û armancên wê ev in:

-Lêkolîn û belgekirina dîrok, folklor û devoka kurdên Anatoliyê

-Eşkerekirina çavkanî û agahiyên ku heta niha nehatine vekolîn

-Veguhastina çavkaniyên devkî ji nifşên berê

Kovara Bîrnebûnê yek ji platformên herî girîng ên çandî yên Kurdî ye û bi taybetî li ser çand û dîroka Kurdên Anatoliyê disekine.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da