Kosret Resûl: Xwîna kurd bi kurd nedin rijandin

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl daxuynaiyek da û daxwaza rawestandina şer û aramkirina rewşê kir.

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî derbarê şerê îro yê navbera pêşmergeyên Leşkerê Roj û hêzeke ser bi PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de daxuynaiyek da û daxwaza rawestandina şer û aramkirina rewşê kir.

Îro înê 3ê Adara 2017ê, danê sibê li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana (YBŞ) de şer derket û di encamê de, 1 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên din ên YBŞê jî birîndar bûn.

Herwiha di pevçûnan de 4 pêşmergeyên Leşkerên Roj jî birîndar bûn.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî derbarê bûyera îro ya li Xanesorê de daxuyaniyek belav kir.

Kosret Resûl daxuyaniya xwe bi silavên germ û şoreşgêrane bo Pêşmergeyên Qehreman, kesûkarên şehîdan û xelkê xweragirê Kurdistanê dest pê dike û dibêje: “Di demekê de ku gelê me di rewşeke siyasî û aborî ya gelek zehmet û dijwar re derbas dibe û paşerojeke nediyar di aliyê dabeşbûna nexşeya siyasî ya deverên li benda me ye, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi dirêjiya sedan kîlometreyan, li hemberî hovtirîn û zehmettirîn dijminên mirovatiyê, di sengerê bergirîkirina li xak û şerf û xa pîroz a niştîman de şev û roj dike yek û dastanên qehremanîtiyê tomar dikin û xelkên xwedî şeref ên Kurdistanê jî bi armanca serxistina ezmûna xwe, krîza siyasî û aborî û nebûna mûçeyê û xizmetguzariyan tehemul dikin û di rewşeke necur de jiyaneke bi zehmetî derbas dikin, lê bi mixabinî ve me îro 3ê Adarê danê sibê nûçeya nexweş a şer û pevçûnên çekdarî yên nexwestî di navbera du hêzên Kurdistanê de bihîst, ku bêhna şerê navxwe yê navbera birayan jê tê”.

Kosret Resûl şerê îro yê navbera hêzên YBŞê yên ser bi PKKê ve û Leşkerên Roj bi tundî şermezar dike û dibêje:

“Em zêdebarî şermezarkirina tund û mehkûmkirina her cure şerekî navxweyî di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de, daxwaz dikin, ku demildest agirê vî şerê nexweş were vemirandin û hemû alî xweragir bin û aramiya rewşê biparêzin û aliyên têkildar bi vê arîşeyê, bi diyalog û gotûbêjan li ser arîşeyên navbera xwe bigihîjin ji hev têgihîştinekê û rê nedin ku agirê şer berfirehtir bibe û êdî xwîna xortên kurd bi destê kurd neyê rijandin û avê nexin aşê dijminên gel û nehezên netewa me”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Gelê me di Parlamentoya Kurdistanê de bi biryareke wêrekane hemû cure şer û pevçûnên çekdarî yên birakujî û navxweyî yê navbera hêz û aliyên kurdî tehrîm û qedexe kiriye û bi tawan daye naskirin, em daxwaz dikin, ku hemû aliyên kurdistanî pabendî wê biryarê bibin, û rê neyê dan ti cure hincetek were çêkirin û bi zûtirîn dem arîşe û astengî werin çareserkirin”.

Kosret Resûl herwiha xelkê xweragir û şoreşger, hêz û aliyên siyasî yên têkoşer û pêşmergeyên canfîda bi berdeng digire û peyama xwe wiha berdewam dike:

“Ez hêvî dikim, hewla bêrawestan a we ji bo wê yekê be, ku em arîşe û pirsgirêkên navxweyî û lawekî (negiring) bidin alî û em hemû hêz û şiyanên xwe, wêrekane û dilsozane bixin xizmeta dabînkirina paşerojeke geş bo milletê xwe û neviyên me yên paşerojê”.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê di dawiya peyama xwe de jî tekez dike: “Bila dilsozî ji bo kurdayetî û xebata netewî pîwana rasteqîn a me be ji bo bi dest xistina mafê çarenivîsa me û rizgariya yekcareyî û serxwebûna netewî ya me”.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike