Kosret Resûl û Berhem Salih "Navenda Biryardanê di YNK de" damezrandin

Daxuyanî, ji hewleka çaksaziyê behtir, mîna programeka kar ji bo rêxistineka nû tê xuyakirin.

Roja 1.9.2016 an, herdû cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl û Berhem Salih, di civînekê de li mala Kosret Resûl û bi beşdarbûna hijmarek ji rêveberên payebilind ên Yekîtî, Navenda Biryardanê di YNK de eşkere kirin.

Di daxuyanekê de, beşdarvanên civînê dibêjin ku her biryareka YNK bê erêkirina Navendê dê ne yasayî be.

Di daxuyana ku neh xalan rêz dike jibo asakirina rewşê di nav YNK de, êrîşeka tund tête kirin li ser baskê Hero Xan, hevjîna sekreterê giştî yê YNK û serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî.

Daxuyanî, ji hewleka çaksaziyê behtir, mîna programeka kar ji bo rêxistineka nû tê xuyakirin.

Li gor çavkaniyên Rudawê di civînê de ev kesyetiyên payebilind ên Yekîtî beşdarbûne:

Kosret Resûl, Berhem Salih, Qadir Hekîm, Arslan Bayiz, Şêx Ce'fer Şêx Mistefa, Mehmûd Sengawî, Azad Cundiyanî, Ednan Heme Mîna, Cemîl Hewramî, Hamidî Hacî Xalî, Şalaw Elî Eskerî, Mihemed Wetman, Mistefa Çawreş, Nermîn Usman û Şalaw Kosret Resûl.
(E.B)

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar