Kosret Resûl û Berhem Salih civînek bi Hêro Xan re redkirin

Kosret Resûl û Berhem Salih civînek bi Hêro Xan re redkirin

Kosret Resûl û Berhem salih pêşniyazeka baskê din ê YNK jibo lidarxistina civîneka çarqolî  ku herdû cigirê Mam Celal li gel Hêro Xan û Mela Bextiyar bêne ba hev redkirin.

Cemîl Hewramî, endamê polîtburoya YNK û yek ji berbirsên "Navenda Biryarê" diyarkir ku baskê wan ne amadeye tu guftogoyekê li gel baskê hember bike, berî avakirina komîteyeka hevbeş ji herdû aliyan bi mebesta bersivdana xalên  beyannameya "Navendê" jibo çaksaziyeka giştî ji YNK re ku yekê vê mehê (September) ji aliyê 17 berpirsên payebilind ên YNK hate belavkirin.

Cemîl Hewramî her weha destnîşankir ku her yek ji Iran, Goran û PKK hewldane jibo çareserkirina qeyrane navxweyî ya YNK, lê ev hewldan hemû bê encam mane.  
(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin