Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive

.

Koşka Spî piştrast kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê duşemê li Koşka Spî mazûvaniya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bike.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt di konferanseke rojnamegeriyê de derbarê serdana Serokkomarê Sûriyeyê Şer a Amerîkayê axivî.

"Ez dikarim piştrast bikim”

Berdevk Leavittê derbarê hevdîtina Trump û Şer got:

"Ez dikarim piştrast bikim ku ev hevdîtin dê roja duşemê (10ê vê mehê) li Koşka Spî pêk were.

Ev beşek ji hewlên dîplomatîk ên Serok e ji bo pêkanîna aştiyê û hevdîtina bi her kesî re li seranserê cîhanê."

Leavittê da zanîn ku Serok Trump bi biryara rakirina sizayên li ser Sûriyeyê di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de "gaveke dîrokî" avêtiye û anî zimên ku îdareyê di vî warî de bipêşketinên girîng bi dest xistine.

Tê payîn ku di hevdîtina di navbera Trump û Şer de, di serî de rakirina sizayên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê, mijarên dualî û herêmî bên gotûbêjkirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hefteya borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew piştgiriyê didin rakirina Yasaya Sezarê ya ku sizayên li ser Sûriyeyê dihewîne.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin