Koşka Spî li ser xistina balafira Amerîkayê daxuyanî da

.

Koşka Spî ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Amerîkayê ji rûdana xistina balafireke Hêzên Asmanî ya welatê xwe ya li asmanê Îranê hatiye agahdarkirin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê bi rêya e-mailê bersiv da pirsa me.

Pirs li ser xistina balafira artêşa Amerîkayê ya ji aliyê Îranê ve bû.

Karoline Leavittê got: "Serok ji wê mijarê hatiye agahdarkirin."

F-35 an F-15?

Berê sibeha îro medyaya Îranê belav kir ku balafireke Amerîkayê ya cureyê F-35 ji aliyê pergala parastinê ya Îranê ve hatiye xistin.

Lê belê pispor dibêjin ku ew balafir F-15 e.

Berpirsên Amerîkayê yên ku ji mijarê agahdar in, vê êvarê ragihand ku balafireke F-15E hatiye xistin.

Wan diyar kir ku Pentagon hewl dide personelên balafirê bibîne û rizgar bike.

Operasyona lêgerînê ya Amerîkayê

Dîsa îro li Îranê çend dîmen hatin belavkirin ku di wan de balafireke Lockheed Hercules C-130 û helîkoptereke Pave Hawk HH-60 tên dîtin û nizm difirin.

Her wiha di vîdeoyekê de dengê kesekî ku bi Farisî diaxive tê bihîstin û vê yekê jî gumana ku cihê rûdanê Îran e zêdetir kir.

Du berpirsên Amerîkayî li ser vê mijarê ji medyaya welatê xwe re ragihand ku piştî belavbûna nûçeyê ya ji aliyê Îranê ve, li asmanê Îranê bi armanca dîtina personelên balafirê operasyoneke lêgerînê dest pê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan