Konsulê Îranê: Berpirsên Kurdistanê bi zanayî serederî bi aloziyên navçeyê re dikin

.

Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî sipasiya mêvandarî û pêşwaziya Herêma Kurdistanê ya ji bo geştiyarên Îranî kir û helwesta siyasî ya berpirsên Kurd li hemberî alozî û milmilaneyên navçeyê wekî "zana û aqilmend" binav kir.

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24’ê re ragihand, ji deriyê sînorî yê Hacî Omeran heta xalên pişkinînê yên ber bi Kerkûkê ve, alîkariyeke bêhempa ji bo geştiyarên olî yên Îranî hatiye kirin.

Esedî bal kişand ser hêsankariyên di warê çûnûhatin û dabînkirina cihên manê de û got: "Ji bo pêşwazî û mêvandariya geştiyaran, hemû pêdivî hatine amadekirin. Ji ber vê yekê, ez sipasiya hemû aliyan, bi taybetî berpirsên hikûmetê, partiyên siyasî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku roleke mezin lîstine."

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Konsulê Îranê behsa pêwendiyên siyasî kir û destnîşan kir ku têkiliyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê pir kûr in û her diçe geştir dibin. Esedî got: "Tevî hewildanên dijminên hevbeş ku dixwastin welatên cîran, di nav de Iraq û Herêma Kurdistanê, bikişînin nav alozî û milmilaneyên navçeyê, lê berpirsên siyasî û hikûmî yên Herêmê helwesteke pir zana û aqilmend nîşan dane."

Esedî herwiha tekez kir, bersiva "na" ya berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo dijminên hevbeş, "bersiveke dîrokî" ye û dê di rûpelên dîrokê de bimîne. Herwiha li ser navê welatê xwe jî, sipasiya Hewlêrê kir ji bo vê helwesta rast û durist.

Her sal di dema bîranînên "Çileyê Îmam Husên" de, bi sedhezaran geştiyarên Îranî ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî ji deriyê navdewletî yê Hacî Omeran, derbasî xaka Iraqê dibin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên xêrxwaz, bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi dabînkirina xizmetguzariyên tenduristî, xwarin û cihên bêhnvedanê, alîkariya geştiyaran dikin.


K24

Kurdistan Haberleri

Dronên li asmanê Hewlêrê hatine şikandin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin
Li Bremenê ji bo mamosteyên Kurdî gaveke girîng tê avêtin
Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin
Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike
Ehmed Şera û Guterres li Şamê civiyan: NY piştgiriya Sûriyeyê dike