Konsolê Îmaratê li Hewlêrê: Peyvendiyên me yên baş li gel herêma Kurdistanê hene

.

Konsolê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Zahirî ji ragihand; encama serdana wan a cem Serok Barzanî, tekezkirina pêwendiyên biratî yên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê bû û herwiha piştevaniya welatên Erebî bû, ji bo seqamgîrî û avakirina Iraqê bi giştî.

Ehmed Zahirî ji K24ê re ragehand: “Pêwendiyên me yên biratî yên baş ligel serkirdetiya Herêma Kurdistanê heye, ev jî berdewamkirina pêwndiyên welatên Erebî ye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, ev jî armanca serdana me ya bo cem cenabê Serok Barzanî bû.”

Zahirî herwiha destnîşan kir: “Di vê serdanê de, me tekezî li ser piştevaniya welatê me bo seqamgîrî û avakirina Iraqê kir, herwiha terkezî li pêwendiyên biratî kir ligel Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand