Konseya Ewlekariyê ya NY bi mijara Sûriyê dicive  

.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îro civînekê li ser mijara Sûriyê saz dike ku wê rewşa dawî tê de were gotûbêjkirin.

Hat ragihandin wê di civînê de, rewşa mirovî û derbaskirina alîkariyan li nava Sûriyê, mijara sereke ya civînê ye.

Hat diyarkirin ku wê ev mijar di civîna KENY de werin gotûbêjkirin:

Biryara 2118 ya sala 2013an ku taybet bi kontrolkirin û çavdêrîkirina çekên kîmyayî li Sûriyê.

Biryara 2268 ya sala 2016an ku taybet bi cîbicîkirina rêkeftina agirbestê li Sûriyê û binpêkarinan.

Biryara 2254 ya sala 2015an ku taybet bi agirbestê û rêkeftina siyasî li Sûriyê ye, di nav de jî pêkanîna hilbijartinan û veguhestina desthilata siyasî bi awayekî aştiyane heye.

Herwiha mijara koçber û penaberên Sûrî jî yek ji mijarên girîng e ku di civîna îro ya KENY de were gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, KENY piştî civînên dawî yên Cenevê yên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê ku bê encam bi dawî bûbûn dicive.

Herwiha ev yekem civîna navdewletî ya Sûriyê ye ku di serdema seroktiya Joe Biden a Amerîkayê de pêk tê.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê