Konsera Koma Amed ya ku dê îro li Stenbolê bihata lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamiya Navçeya Kuçukçekmeceyê ve hat qedexekirin.
Koma Amed piştî navberek 30 salî li Amedê bi beşdariya bi deh hezaran kesan derketibû ser dikê û konsereke dîrokî dabû.
Lê belê destûr ji bo konsera wan a Stenbolê nehat dayîn.
Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê, daxwaza terxankirina Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ji bo konsera gel a ku biryar bû 20ê Kanûna Pêşîn (Îro) were lidarxistin red kir.
Serlêdana Şîrketa Berhemên Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, di encama nirxandina Birêvebiriya Ewlehiyê ya Navçeyê de "ne guncav" hat dîtin.
"Hatiye nirxandin ku ne guncav e"
Di nivîsa fermî ya ku ji Şaredariya Kuçukçekmeceyê re hatiye şandin de hat diyarkirin ku serlêdana konsera ku Koma Amed, Erdogan Emîr û Beser Şahîn tê de cih digirin, piştî lêkolînan hatiye redkirin.
Di nivîsa ku îmzeya Qeymeqam Mustafa Anteplioglu li binî ye de hat gotin ku daxwaza konserê "dê ne guncav be".
Di nivîsa fermî ya Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê de wiha hat gotin:
“Di daxwaznameya ku ji aliyê Şîrketa Berhemên Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hatiye dayîn de, hatiye xwestin ku roja Şemiyê 20ê Kanûna Pêşîna 2025an di navbera saet 14:00-18:00an de Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ji bo konsera gel (Erdogan Emîr, Beser Şahîn, Koma Amed) were terxankirin.
Di encama xebatên ku hatine kirin de; hatiye nirxandin ku daxwaza navborî ne guncav e.”
Koma Amed: Em di baweriya xwe ya bi aştiyê de biisrar in
Koma Amed peyamek belav kir û betalkirina konserê ragihand.
Koma Amed di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Daxuyanî ji bo raya giştî; Konsera me ya ku me dê 20ê Kanûna Pêşîn li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli li dar bixista, mixabin ji ber prosedurên destûrê hat betalkirin.
Em neçar in hevdîtina xwe taloqî dîrokeke din bikin. Em dê di demeke herî nêzîk de dîroka nû ya konserê parve bikin.
Em xemgîn in û ji ber hemû mexdûriyetên ku çêbûne lêborînê dixwazin. Em di baweriya xwe ya bi aştiyê de biisrar in.
Em dixwazin stranên me beşdariyê di vê pêvajoyê de bikin. Em dizanin ku aştî dê paşerojeke xweşik pêşkêşî her kesî bike.
Bi vê hêviyê em dixwazin di demeke herî nêzîk de dîsa bên ba hev."