Kongreya PWK Ewropayê Destpêbû

.

Yekemîn Kongreya PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) Ewropayê, li bajarê Stockholm a Swêdê îro (30.03.2024) bi beşdarîya delegeyên PWKyê yên ku ji welatên Ewropayê hatine destpêbû.

Piştî ku Dîwana Kongreyê hate hilbijartin, kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan bixêrhatina delegeyan kir û axaftina destpêkê kir.

Paşê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, bi rêya ZOOMê beşdarî kongreyê bû û axaftinek kir.

Kongre berdewam e.

Kongre dê du rojan dewam bike.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand