Kongreya PAK Swêdê

Gelek endam, mîvan û alîgirên PAKê di kongreyê de beşdar bûn.

Îro (03-12-2017) li Stokholmê rêxistina PAKê ya Swêdê kongreya xwe ya salane çêkir.

Li gel endaman, hin mîvan û alîgirên PAKê jî di kongreyê de beşdar bûn.

Kongreyê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî ku serokê Komîteya PAK-Swêdê Nihat Akar kongre vekir, dîwanek hat hilbijartin. Komîteya rêveber rapora xebatê ya salane pêşkêş kir.

Piştre lı ser navê PAK-Ewropayê Nimet Aydin li ser rewşa PAKê li Ewropayê axifî û agahdarî li ser civîna dawî ya Meclîsê da.

Endamê Komîteya Rêveber a PAKê Sait Aydogmuş li ser rewşa hêzên siyasî yên Kurdistanê û siyaseta PAKê ya neteweyî axifî.

Piştî gelek munaqeşe û pêşniyar û rexneyan komîteya berê hate rûsipî kirin û komîteyeke nû hat hilbijartin. Komîteya nû ji van kesan pêk tê: Nihat, Hulya, Dara, Gulistan, Erdal, Ferah, N. Duran, Muzeyyen.

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar