Di 31-01-2026an de kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ya 31an li Stockholmê hate civandin. Ji 14 komeleyên endamên Federasyonê yên bajarên Swêdê, 66 nûner beşdarî kongreyê bûn.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê di gulana 1981ê de, bi însîyatîfa komeleyên bi ser partî û rêxistinên ji çar perçeyên Kurdistanê hate damezrandin. Cara pêşî bû ku bi vê berfirehîyê ji her çar beşên Kurdistanê rêxistinek weha hevbeş û demokratîk dihate ava kirin.
Herweha carê pêşî bû ku rêxistinek weha hevbeş û kurdistanî bi zaravayên cihê yên kurmancî, soranî û zazakî civîn û kongreyên xwe amade dikir û kurdistanîyên ji her çar perçeyên Kurdistanê axaftin û gotûbêjên xwe bi sê zaravayên kurdî dikirin.
Ev bû "dibistana" pêşî ku kurdistanîyên ji her çar perçeyên Kurdistanê di pratîkê de û di binê banekî hevbeş de hînî zaravayên hevdû dibûn. Ev di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de nimûneyek taybetî û yekta bû. Piştî demekê, êdî bi bêminetî me ji hevdû fêm dikir.
Piştî xebat, çalakî û tecrûbeyên çend salan, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê biryar da ku li ser bingehê komunan û bi beşdarîya kurdên her çar perçeyên Kurdistanê komeleyên hevbeş ava bikin û ew bibin endamên Fedresyonê.
Di sala 1989an de "Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê" hate damezrandi, lê di sala 1994an de ew hate belav kirin. Piştî wê bi demek kin, di 27.11.1994an de vê carê bi însîyatîfa 32 nivîskarên Kurd yên ji her çar beşên Kurdistanê "Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê" hate avakirin û ev komele bi awakî xweser bû endama Federasyona Komeleyên Kurdistanê. Ev struktur û sazûmana Federasyonê ya li ser esasê komeleyên komunan heta niha jî berdewam dike.
FKKS di tîrmeha 1982an de bi navê Berbangê dest bi derxistina kovarekê kir. Berbang bi zaravayên kurmancî, soranî û dimilkî/zazkî dihate weşandin. Di vê kovarê de, gelek gotar, nivîs û lêkolînên cihêreng bi kurmancî, soranî û zazakî hatin weşandin. Hejmara dawî ya Kovara Berbangê ango hejmara 134an di gulana 2012an hate weşandin.
Di vê kongreyê de, hinek xalên destûrê hatin guherandin û li gorî vê destûra nû organên Federasyonê hatin hilbijartin.
Zinar Soran