Kongressmanê Amerîkî Joe Wilson ragihand, peywendiya telerfonî ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de roleke sereke di kêmkirina aloziyên Sûriyeyê de lîstiye. Wilson herweha destnîşan kir, qewareya Herêma Kurdistanê dikare bibe mînakeke serkeftî ji bo Kurdên li Rojavayê Kurdistanê.
Kongressman Joe Wilson ji peyamnêrê Kurdistan24ê re axivî û bal kişand ser girîngiya hewildanên dîplomatîk ên Serok Barzanî. Wilson diyar kir, peywendiya Barzanî û Ehmed Şera ji bo kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê xaleke werçerxanê bû.
"Modela Kurdistanê ji bo Sûriyeyê mînak e"
Wilson destnîşan kir ku ezmûna Herêma Kurdistanê ya li Iraqê dikare ji bo Rojavayê Kurdistanê jî were bikaranîna û got: "Herêma Kurdistanê dikare bibe mînakeke baş ji bo Kurdên Sûriyeyê. Em dixwazin Kurd li Rojavayê Kurdistanê, di nav çarçoveya dewleta Sûriyeyê de, xwedî şêwazek ji xweserî û statuyeke taybet bin."
Helwesta Trump û aramiya herêmê
Derbarê siyaseta Washingtonê de, Kongressman Wilson eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza aramiya Iraq û herêmê dike. Herwiha got, ev aramî bi hevkariya nûnerên mîna Marc Savoy û bi parastina serweriya Iraqê pêkan e.
Kongressman Wilson herweha tekez kir ku divê rêz li ewlehiya Herêma Kurdistanê were girtin û Iraq vê derfetê ji bo geşedanê bikar bîne.
Peywendiya Serok Barzanî û Şera
Piştî êrîşên Artêşa Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye), Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera peywendiyeke telerfonî bi Serok Mesûd Barzanî re pêk anîbû. Di wê peywendiyê de, Şera tekez kiribû ku, Kurd pêkhateyeke resen û serekî ya gelê Sûriyeyê ne û Dewleta Sûriyeyê pabend e ku hemû mafên nîştimanî, siyasî û medenî yên Kurdan garantî bike.
Kongressman Joe Wilson, ku wekî dostekî dêrîn ê gelê Kurd li Kongressa Amerîkayê tê naskirin, careke din piştgiriya xwe ji bo mafên rewa yên Kurdan li seranserê herêmê nû kir.
K24