Kon û çadirên koçberan şewitîn!

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajar a parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 06.08.2019ê li kampa Çem Mişku ya qeza Zaxoyê 15 kon û çadirên koçberan şewitîn.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajar a parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 06.08.2019ê li kampa Çem Mişku ya qeza Zaxoyê 15 kon û çadirên koçberan şewitîn.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajar a parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz ragehand: ‘’Di encama şortekî elektrîkê de îro agir berbû çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Mişku û piştî koçberan bixwe hewlda vemirînin û tîmên berevaniya bajar jî geheştin cîhê bûyerê karîn agir kontrol bikin û ziyanên giyanî çênebe, tenê ziyanên darayî hebûn û tiştên koçberan hemû şewitîn.’’

Li sînorê parêzgeha Duhokê 21 kamp hene, bi giştî koçber û penaber li parêzgeha Duhokê nav kampan de û derveyî kampan hejmara wan digehe 596.350 kes in, ku dibe 119.172 malbat.  

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da