Kompaniyeke şekalê jî kongordato ragihand!

Kompaniyeke din ji sektora şekalê jî kongordato ragihand. Kompaniya SABO ya şekalê kongordato ragihand.

Piştî Yeşil Kundura, Beta û Hotîç ên kompaniyên mezin ên şekalê, kompaniyeke din a mezin a şeklaê jî kongordato ragihand.

Li gor biryara bi mêjûya 25ê Îlona 2018an a Dadgeha Sêyem a Aslî ya Bazirganiyê ya Bakırkoyê, kompaniya Sabo ya şekalê, serlêdan bo kongordatoyê kiriye. 

Dadgehê jî serlêdana wê nirxandiye û bo 3 mehan muhlet daye. Hate gotin bo şopandina pêşî û vekolînê ya bo erêkirina serlêdana kongordatoyê, 18ê Berfanbarê dê danişîn pêk bê.

Piştî Yeşîl Kundura, Beta û Hotîçê ev kompaniya 4emîn e ku kongordato radigihîne. Sabo li Tirkiyeyê tekane hilberînera qalibên darîn ên şekalan e û di serî de Elmanya û Fransayê, bo welatên curecur ên cîhanê hinardeya şekalan dike.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand