Komkujiyên Kobanê û Amûdê hatin şermezarkirin

li bajarê Dortmundê li Almanyayê alîgirên ENKS mangirtineka girseyî li dar xistin.

 

Îro (9.7.2016) li bajarê Dortmundê li Almanyayê alîgirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) mangirtineka girseyî li dar xistin.

Mangirtin bi beşdariya Îbrahîm Biro serokê ENKS, rêxitinên civata sivîl û çend keseyatiyên kurd û alman birêve çû.


Beşdarvanan bi tundî komkujiya Amûdê ku ji aliyê hêzên PYD ve hatiye pêk anîn, û komkujiya Kobanê ku tê de bi sedên mirovên sivîl li ser destê DAIŞê hatin kuştin, weke encam ji kemterxemiya rêvebriya bi ser PYD ve ku, ne ji xwe ve, gel û xaka Kurdistana Rojava diparêze.


Beşdarvanan her weha siyasetên rejîmê û yên rêveberiya xweser li Kurdistanê protesto kirin, û daxawaza azadikirina girtiyên siyasî yên di zîndanên PYD de, û derbasbûna pêşmergeyên Rojava jibo Kurdistan Sûriyê kirin, weke berhoyek jibo bidestxistina yekrêziya gelê kurd li vî beşê welatê me.

Hejayî gotinê ye ku li Almanyayê dora 50 000 welatiyên kurdistana Rojava dijîn.

(E.B)

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê