Komkujiya Kurdan dê li Afrîkaya Başûr bê gotûbêjkirin

.

Du lêkolerên Kurd dê li bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr behsa komkujiya Kurdan bikin.

Li bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr, konferanseke li ser komkujiyê tê lidarxistin û du Kurd bi lêkolînên cuda beşdar bûne.

Yek ji wan dibêje, "Armanca me ew e ku ew tawanên li dijî Kurdan hatine kirin, ducare nebin."

Konferansê di bin navê “Bila qet careke din komkujî dubare nebin” 20ê Çiriya Pêşîn dest pê kiriye û dê heta 24ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Nêzîkî 250 kesên ku di warê komkujiyan de pisporên dê beşdarî konferansê bibin.

Lêkolerên Kurd Dr. Mihemed Îhsan ji Herêma Kurdistanê û Awring Şaweys jî ji Holendayê beşdar bûne.

Mihemed Îhsan wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê yê Kar û Barên Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bû.

“Em dixwazin tawanên li dijî Kurdan bidin nasandin”

Pisporê komkujiyan Dr. Mihemed Îhsan ji Rûdawê re got, "Min û Awring Şaweys du lêkolînên cuda li ser komkujiya Kurdan hene.

Em dixwazin ew tawanê ku li dijî Kurdan hatine kirin bi cîhanê bidin nasandin.

Me bi awayekî zanistî lêkolînên xwe pêşkêş kirine, armanca me ew e ku ew tawanên li dijî gelê Kurd hatine kirin, ducare nebin."

Konferans civîneke Komeleya Navneteweyî ya Zanayên Komkujiyê ye û du salan carekê tê lidarxistin.

Îsal çend çalakiyên taybet ên derbarî Kurdan di konferansê de tên lidarxistin wekî pêşangeheke fotografan ku ji aliyê Mihemed Îhsan ve hatiye organîzekirin.

Her wiha pêşangeha Awring Şaweys a bi navê "Ew karên hunerî yên ku çîroka komkujiya Kurdan vedibêjin" dê were lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da