Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê: Serkêşê bûyerên Xebatê hate girtin

.

Komîteya Ewlehiyê ya Parêzgeha Hewlêrê ragihand, kesê serkêş û handerê bûyerên tevliheviyê yên li navçeya Xebatê, di dema hewldana revînê de hate girtin.

Komîteyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, êvara Duşemê 1ê Berçile, li navçeya Xebatê komeke "arastekirî" hewl daye bi rêya teqe û êrîşkirina ser cihên giştî û fermî, tevliheviyê derxin. Hêzên ewlehiyê tavilê mudaxale kirine û bi şêwazeke pîşeyî û aram rewş kontrol kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, serkêş û motorê vê tevliheviyê yê bi navê "Nêçîrvan Îsa Mîrmisû" hatiye girtin. Li gorî lîjneyê, wî kesî xelk han daye ku çek hilgirin û saziyên aborî û niştimanî bikin armanc.

Hat ragihandin jî, Nêçîrvan Îsa dema ku hewl dida li ser rêya Kerkûkê bireve, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate desteserkirin û radestî dadgehê hate kirin.

Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê hişyarî da û got: "Em radigihînin ku hemû kesên bûne sedema têkçûna aramiyê û derxistina tevliheviyê, dê rûbirûyê yasayê bibin."

Herwiha hat destnîşankirin, hûrgiliyên planên wê komê û kesên li pişt handana wan, ji bo lêkolînên saziyên peywendîdar hatine hiştin.

Siyaset Haberleri

Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir
Li Berlînê Partiya Çep bi ser ket: Îhtimal heye 5 Kurd bikevin parlamentoyê