Şandeyeke payebilind a Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Girtîgeha Kanî Gomî kir û ragihand ku tenduristiya girtiyan baş e û Lahur Şêx Cengî di hucreya yekkesî de tê girtin.
Di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê, 21ê Îlona 2025an de hat weşandin, komîsyonê destnîşan kir ku şandeyeke payebilind serdana Girtîgeha Kanî Goma li Silêmaniyê kiriye û bi Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî re cuda cuda civiyaye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî di hucreya yekkesî de têne girtin. Herwiha hat destnîşankirin ku ji bo hemî girtiyên ku daxwaza wan kirine parêzer hatine peydakirin û destûr hatiye dayîn ku hemî girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtin bikin.
Hat diyarkirin ku kesên ku di bûyerên Lalezarê de hatine girtin efserên berê yên dij-terorê bûn û ji bo Girtîgeha Kanî Gomî hatine veguhastin.
Li gorî daxuyaniyê, girtî daxwaz dikin ku dozên wan, ku heta niha çaresernekirî mane, di nav demek diyarkirî de bi rêya dadgehan werin çareserkirin.
- Bûyerên Lalezarê
Dadgeha Silêmaniyê roja Pêncşemê, 21ê Tebaxê, fermana girtinê ji bo Lahur Şêx Cengî, serokê Eniya Gel, derxist.
Piştî vê yekê, hêzên girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) cihê Lahur Şêx Cengî dorpêç kirin.
Lahur û birayê wî Polad ku li Otêla Lalezar bûn, red kirin ku teslîm bibin. Di saet 3:00ê sibê de li Otêla Lalezarê di navbera hêzên YNK û hêzên Lahur Şêx Cengî de pevçûn derket û çar saetan berdewam kir.
Lahur Şêx Cengî û birayê wî Polad Şêx Cengî serê sibê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Kurdistan Haberleri
James Jeffrey: Amerîka dan û standinên di navbera Şam û Kurdan de diyar nake
Serok Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz dike
Bi sedema Ba û bahozê, toza xwê ji şûna gola Urmiyê li herêmê belav dibe
Rêjîma Îranê li girtîgehên xwe de 10 girtiyên din jî bidar vekirin
Daxuyaniya dawîhatina kongireya 9 an a Yêkitiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê