Komên Filistînî bi top û moşekan êrîşî bajarên Îsraîlê kirin

.


 Komên Filistînî, bi top û moşekan êrîşî bajarên Esqelan, Esdûd û Bîr El-Sebi ên Îsraîlê kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Efîxay Edriî diyar kir, komên Filistînî ji do êvarî û heya vê sibehê, bêhtirî 200 moşek avêtine bajarên Esqelan, Bîr El-Sebi û Esdûdê.

Efîxay Edriî da zanîn, Pergala Parastinê zêdeyî 100 moşek rûxandin û 30 jî li Gazzeyê hatin xwarê.

Edriî herwiha destnîşan kir, ji ber van moşekan, şewateke mezin li herêma pêşesaziyî ya Esdûdê derket.

Aliyê Îsraîlî eşkere kir, heya niha 8 welatî di nav de 2 zarok di şerê bi Filistînê re de hatine kuştin.

Tenduristiya Filistînî jî diyar kir, hejmara kuştiyan bû 139 di nav de 39 zarok û 22 jin hene û zêdeyî hezar û 300 jî birîndar bûne.

NY jî ji aliyê xwe ve da zanîn, 10 hezar Filistînî ji ber şerê rûdayî, ji malên xwe der bi der bûne.

Tê payîn, operasyona Îsraîlî heya Yekşemê bidome.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike
Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike