Komên çekdar navên xwe guhertine û tevlî hilbijartinan dibin

.

 Çend komên çekdar ên Iraqî, ku pêştir li lîsta terorê ya Amerîkayê hatibûn zêdekirin, tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibin û bi partiyên siyasî re hevpeymaniyan çê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja 17ê Îlona borî Tevgera Nucebayê, Lîwaya Seyîd Şuhedayê, Tevgera Ensarulah Ewfiyayê û Lîwaya Îmam Eliyê ya girêdayî Heşda Şebî li lîsta "rêxistinên terorîst ên biyanî" hat zêdekirin û sê ji van komên çekdar niha bi navên cuda cuda wekî baskên siyasî tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dibin.

Wezareta Derve di daxuyaniyekê de amaje dabû, "Îran piştgiriyê dide wan komên çekdar, da ku di plan û êrîşên wê yên li deverê de alîkariya wê bikin."

Seyîd Şuheda bi navê Muntesîrûn, Lîwaya Îmam Eliyê di bin navê Tevgera Iraqî ya Îslamî de û Ensarulah Ewfiya jî bi navê Tevgera Sidq û Etayê tevlî hilbijartinan dibin, lê Tevgera Nucebayê hîn baskeke siyasî ji bo tevlîbûna di hilbijartinan de tomar nekiriye, tevî hevfêmkirina bi hin namzedan re.

Biryar e ku hilbijartinên giştî yên Encûmena Nûnerên Îraqê li roja 11.11.2025ê bên kirin. Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, 7 hezar û 926 kesan li seranserî Iraqê xwe namzed kiriye û ji bo kursiyên Encûmena Nûnerên Îraqê pêşbaziyê dikin.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên