Lîsteya komên çekdar ên Şîe yên girêdayî Heşdî Şebiyê di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de 58 kursî standin ku di gera berê de 48 kursiyên wan hebûn.
Her wiha partiyên din ên Şîe yên kevneşopî jî 63 kursî standibûn.
Encamên hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Îraqê yên 11ê Çiriya Paşîn, di hevsengiya hêzên Şîe de guherîn çêkirin.
Hinek koman ji wan kursî û dengên xwe kêm kir û hinekên din jî berevajî serkefti bûn.
Komên çekdar dê bibin xwedî 58 kursiyan
Çar komên çekdar ên di nav Heşdî Şebiyê de bi rêya baskên xwe yên siyasî û bi 1,491 namzedan beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bûn û 58 kursî standin ku ev dike ji sedî 17,6 ji kursiyên gera nû.
Li gorî encamên destpêkê, Lîsteya Hiqûqê ku baskê siyasî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê ye, 6 kursî standin di gera pêncem de 5 kursiyên wê hebûn.
Tevgera Sadiqûn ku baskê siyasî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq e û Qeys Xezelî serokatiya wê dike 26 kursî standin.
Di gera berê de 9 kursiyên wê hebûn û piştî vekişîna parlamenterên Muqteda Sedir hejmara kursiyên wê gihiştibû 13an.
Lîsteya Hevpeymaniya Xedemat a ku girêdayî Ketîbeyên Îmam Elî ye û ji aliyê Şibil Zeydî ve tê birêvebirin, 5 kursî standin û di gera berê de 13 endamên wê hebûn.
Rêxistina Bedir a Hadî Amirî serokatiya wê dike di vê hilbijartinê de 19 kursî standin di hilbijartinên 2021ê de di nav Hevpeymaniya Fethê de 13 kursî standibûn.
Tevgera Babîlyon a Reyan Kildanî ku ew jî komeke Heşdî Şebiyê ye, di vê hilbijartinê de 2 kursiyên kotaya Xiristiyanan standin.
Di hilbijartinên 2021ê de 4 endamên wê di kotaya Xiristiyanan de hebûn û bi vî awayî hejmara kursiyên wê nîvî kêm bû.
Lîsteyên din ên kevneşopî yên Şîeyan jî 63 kursî standin
Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ya ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, 30 kursî bi standin, di hilbijartina berê de 33 kursiyên wê hebûn.
Hevpeymaniya Hêzên Dewleta Neteweyî ya Emar Hekîm serokatiya wê dike 18 kursî stand, di hilbijartina berê de 4 kursiyên wê hebûn û bi vî awayî hejmara kursiyên wê nêzîkî çar qatan zêde bû.
Li aliyê din, koma Îşraqet Kanûn ku yek ji hêzên din ên Şîeyan e, hejmara kursiyên xwe ji 6an derxist 7an.
Hevpeymaniya Tesmîm a ku Esed Îdanî sekreterê wê yê giştî ye, hejmara kursiyên xwe ji bo gera şeşem kir 7, di gera berê de 5 kursiyên wê hebûn.