Komeleyên Kurd li Aarhus û derdora wê gava yekem ji bo damezrandina federasyonek avêtin

.

Komeleyên Kurd li Aarhus û derdora wê gava yekem ji bo damezrandina federasyonek avêtin.

13ê Hezîranê 2026 12 komeleyên Kurd li bajarê Aarhus ya Danîmarka û derdora wê ji bo destpêkirina pêvajoya damezrandina federasyonek komeleyên Kurdî li herêmê civiyan.

Di civînê de nûnerên komeleyan, û her weha hejmarek kesayetên siyasî, civakî û çandî beşdar bûn.

Beşdaran li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û yekîtîyê di navbera komeleyên Kurd de nîqaş kirin û girîngiya afirandina çarçoveyek hevpar ji bo xizmetkirina civaka Kurd tekez kirin.

Di encama civînê de, komîteyek ji heft endaman hate hilbijartin da ku pêşniyarek ji bo navê federasyonê, rêziknameyên wê û rêxistina wê ya îdarî amade bike.

Ev gav ji hêla Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê ve hate piştgirî kirin. Li ser navê Federasyonê, Birêz Jawan Hasso, Birêz Rahim Khalidnejad û Birêz Salma Akar beşdarî civînê bûn, û Birêz Mirza Akar wekî mêvan amade bû.

Beşdaran hêvî kirin ku ev gav bibe destpêka qonaxek nû ya hevkarî û yekîtîyê û çalakiyên civakî, çandî û neteweyî yên Kurdistanîyan li Aarhus û derdora wê xurt bike.


Rûpela Nû/Danîmarka

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir