Komeleya Zehmetkêşan: Îranê bi mûşekan êrişî baregeha me kir

.

Endamekî Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku Îranê bi mûşekan êrişî baregeheke wan a li parêzgeha Hewlêrê kiriye.

Li gorî agahiyan, di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî îro li ser êrişê ji Rûdawê re axivî.

Penahî li ser êrişê zanyarî dan û got, "Nîvroya îro baregehên me yên li Dola Alanê ya Hewlêrê, ji aliyê Îranê ve hatiye mûşekbarankirin."

Penahî eşkere kir ku êriş bi 3 mûşekan hatiye kirin û wiha pê de çû:

"Di êrişê de ziyanên canî nebûn lê zerer û xisarên madî çêbûn."

Êrişên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne

Tevî agirbest û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên bi dron û mûşekan ên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Her di vê mehê de li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê çend êriş hatin kirin.

Her wiha êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hat kirin.

Penahî da zanîn ku ji 28ê Sibatê ve heta îro, 76 caran bi mûşek û dronan êrişî baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin