Komeleya Zehmetkêşan: Bi mûşekan êrişî me hat kirin, birîndarên me hene

.

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand ku baregehên wan ên li Dola Alaneyê ya Hewlêrê bi sisê mûşekan hatine bombekirin.

Li gorî daxuyaniya endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan, di êrişê de du kes birîndar bûne.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re got:

"Îro saet 13:20î Komara Îslamî ya Îranê careke din bi mûşekan êrişî baregehên me kir.

Du birîndarên me hene lê birînên wan gelekî sivik in û rewşa wan a tenduristiyê baş e."

Ji 28ê Sibatê ve 960 êriş pêk hatine

Ji 28ê Sibatê ve bi hincetên cuda bi zêdetirî 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.

Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de, 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir