Komele: Êrişî Kampa Sûrdaşê hat kirin

.

Îro êrişî kampeke Komeleyê ya li Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Endamekî serkirdayetiya Komeleyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî ragihand, ji ber ku dronên çavdêriyê li ser kampê ne, wan nekarîbûye nêzîkî kampê bibin da ku bizanibin çi xisar çêbûye.

Dronên çavdêriyê nahêlin nêzîk bibin

Endamekî Serkirdayetiya Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand ku Kampa Sûrdaşê hatiye armanckirin.

Li gorî Endamê Serkirdayetiya Komeleyê, ji ber ku heta niha jî dronên çavdêriyê li ser kampê digerin, hêzên ewlehiyê nekarîbûne biçin nav kampê da ku xisaran destnîşan bikin.

Endamê serkirdayetiya Komeleyê her wiha got ku kamp ji ber rewşa ewlehiyê hatiye valakirin lê carinan Pêşmergeyên wan ji bo anîna kel û pelên xwe diçin nav kampê.

Ji ber vê yekê heta niha ew nizanin di dema bombebaranê de kes li wir bûye yan na.

Êrişî PAKê jî hat kirin

Li aliyê din, îro berê sibehê êrişî hêzeke din a Rojhilatê Kurdistanê hatibû kirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje, îro berê sibehê "Tehranê bi rêya 4 dronan êrişî yek ji baregehên Supaya Milî ya Kurdistanê kiriye" û ji ber êrişê 5 Pêşmerge birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya ku îro hatiye belavkirin, êriş demjimêr 01:24an pêk hatiye.

Partiya Azadiyê da zanîn, "Ev êriş tenê 2 demjimêran piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara dirêjkirina agirbestê ragihand."

Kurdistan Haberleri

Çete û mafya bûne belaya serê dikandaran: Li Amedê çi rû dide?
Nêçîrvan Barzanî bangî rojnamegeran kir: Ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin
PAK: Bi dronan êrişî baregeha me hat kirin û 3 Pêşmerge birîndar bûn
Hejmara yekem a kovara Soryazê li Qamişloyê derket
Serok Barzanî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir