Koma "Seraya Ewliya Dem"ê ku yek ji pêkhateyên "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" ye, berpirsyariya wan êrişên dronî yên li ser Hewlêrê li xwe girt ku vê sibehê hatibûn kirin.
Wê komê îro serê sibehê daxuyaniyek belav kir.
Komê di daxuyaniyê de ragihand ku wan bi rêya "komek dronan" baregeha hêzên Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye armanc.
Parçeyên dronan li cihên sivîlan ketin
Şeva 3yê Adarê û vê sibehê, bi zêdetirî 5 dronan êrişî Hewlêrê hatin kirin.
Ew dron bi rêya pergala parastina asmanî hatin teqandin û parçeyên wan li navçeya Behirke û nahiyeya Kesnezanê li çend cihên sivîlan ketin xwarê.
"Ji bo tola Xamineyî"
Komê ragihand ku wan ev êriş wekî tolhildana kuştina hinek ciwanên Îraqî yên di êrişên Amerîka û Îsraîlê de pêk aniye.
Her wiha wan diyar kir ku ev êriş ji bo tola kuştina Rêberê Bilind ê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ye.
Xamineyî 28ê Sibatê di êrişa artêşa Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin.
Seraya Ewliya Demê sala 2020î hatiye damezirandin.
Ew komeke çekdar a Şîe ye ku di nava "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" de cih digire û nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ye.
Komê ji 28ê Sibatê ve heta niha berpirsyariya 7 êrişên li ser Hewlêrê li xwe girtiye.