Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne

.

Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorfê  çalakiyeke hunerî û rewşenbîrî   saz kir,    helbest ji aliyê helbestvanê Kurd Elwan Şivan ve hatibû xwendin, stran û awaz ji aliyê herdû hunermend Teymo Veysî û Soma Berarî ve hatibû pêşkêşkirin ji kelepora bajarê Kermanşah a Rojhilatê Kurdistanê diyalog û danûstandinên rewşenbîrî beşek  girîng bû di vê rûniştinê de.

Di vê çalakiyê de, Kombûna Zanyarên Azad bernameyeke hunerî ya dewlemend amade kir ku helbest û awaz bi hev re girêda û hewayek germ û bi heyecan ji bo amadebûyan çêkir. Beşek girîng ji bernameyê taybet ji awaza kevneşopî re hatibû veqetandin  .

Hunermendên zanyar , Taymo Veisî û jina wî, hunermenda Soma Bararî, bi performansên xwe yên muzîkî gelek tabloyên hunerî pêşkêş kirin  Bernameya wan ji aliyê temaşevanan ve bi kêfxweşiyek  mezin hat pêşwazîkirin.

Di beşa helbestê de jî helbestvanê Kurd Elwan Şevan, ji Rojavayê Kurdistanê, bajarê Qamişlo gurzên  helbestên xwe pêşkêş kirin. Helbestên wî ji aliyê şêwazê ve cûrbecûr bûn; di navbera helbesta kevinşopî û helbesta azad de digeriyan û mijarên wan jî hem aliyên hestyarî û evîndarî û hem jî mijarên neteweyî û nasnameya Kurdî .

Di beşa duyemîn a çalakiyê de, deriyê diyalog û gotûbêjê hate vekirin. Ev beş ji aliyê nivîskar Rêber Hebûn, rêveberê Komûna Zanyarên Azad, ve hat destpêkirin.   vekirina deriyê pirs, nêrîn  beşdarî û danûstandina rasterast di navbera mêvanên hunerî û temaşevanan de misoger kir.

Di vê gotûbêjê de, mêvan û hunermendên bernameyê li ser ezmûnên xwe yên hunerî,, helbest, çand û girîngiya parastina kelepora  Kurdî axivîn. Herwiha, beşdarên bernameyê ji amadebûna gel û temaşevaneke pir mezin re kêfxweşî û heyranî nîşan dan û spas ji hemû kesên ku bi amadebûna xwe bernameyê dewlemend kirin kirin.

Vê çalakiyê careke din nîşan da ku huner û zanîn dikarin bibin pirek di navbera nifşan, bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê de. Hevgirtina dengê helbestê ya Qamişloyê bi melodiyên Kirmaşanê re, di nav atmosferêkî rewşenbîrî ya  wêneyekî xweş ji yekîtî û dewlemendiya çanda Kurdî pêşkêş kir.

Komûna Zanyarên Azad bi vê çalakiyê armanca xwe ya piştgirîkirina zanîn, huner, helbest, muzîk û parastina  çanda  Kurdî careke din nîşan da û ronakbîr û rewşenbîran vexwend ji bo bi hev re li ser pêşvexistina tevgera ronakbîrî bixebitin.

27.09.2026 – Düsseldorf

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir
Parlamentoya Kurdistanê tê aktîvkirin
Îranê cezayê îdamê da Mahbûbe Şebaniyê