KOMBÛNA ZANYARÊN AZAD

.

Bangewazek ji bo Yekîtî û Hevkariya Zanyarên Kurd

Rapora Sêmînerê

Axêvkar: Dr. Hawre Husain Zangana

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî li ser rola zanyar û hizirvanan di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de axivî. Wî diyar kir ku hemû şaristaniyên mezin, ji demên kevn heta îro, bi hêza zanînê, lêkolînê û afirîneriya zanyaran ava bûne. Her weha bal kişand ser vê yekê ku pêşketina zanistê, felsefeyê, hunerê û şaristaniyê, her dem encama hevkariya navbera zanyar û guhertina zanînê bûye.

Rêber Hebûn di axaftina xwe de bang li hemû zanyar û ronakbîrên Kurd kir ku wek destek yekgirtî bixebitin. Wî got ku pêdivî ye zanyarên Kurd ezmûn, zanîn û lêkolînên xwe bi hev re parve bikin û torêkî bihêz ji bo hevkariyê ava bikin. Li gorî wî, ev guherandina zanînê dibe sedema pêşketina têgehan, dewlemendbûna ramanan û bilindbûna asta hişmendiya civakî. Her wiha, ev yek dikare bingehekî bihêz ji bo pêşeroja civaka Kurdî û geşebûna wê biafirîne.

Piştî wê, Dr. Hawre Husain Zangana sêmînera sereke pêşkêş kir bi navê:

"Çawa hişê zarokekî tendurist ji bo raman, lêkolîn û şirovekirinê tê perwerdekirin?"

Di vê sêmînerê de, Dr. Hawre Husain Zangana sîstemekî nû yê perwerdehiyê nasand ku li ser bingeha lêkolînên zanistî hatiye avakirin. Wî bi awayekî berfireh şirove kir ku armanca vê sîstemê ew e ku şiyana ramandinê, şirovekirinê, afirîneriyê û çareserkirina pirsgirêkan di zarokan de were pêşxistin. Wî her weha diyar kir ku perwerdehiya serkeftî tenê bi hîfzkirina agahiyan nayê avakirin, belkî divê zarok fêrî ramana serbixwe, rexnegir û afirîner were kirin.

Piştî dawîbûna sêmînerê, beşekî fireh ji bo pirs û bersiv û guftûgoyeke vekirî hat veqetandin. Beşdaran bi çalakî beşdar bûn, pirsên xwe anîn pêş û li ser mijarên perwerdehiyê, geşekirina hişê zarokan û rêbazên nû yên fêrkirinê gotûbêj kirin.

Di dawiya bernameyê de, Kombûna Zanyarên Azad dubare girîngiya domandina van çalakiyên zanistî û ronakbîrî xist holê. Her weha, kombûnê daxuyand ku armanca wê ew e ku zemînekî guncaw ji bo guherandina zanînê, geşekirina ramana rexnegir û yekgirtina zanyarên Kurd biafirîne, da ku bi hevkariyek bihêztir, di pêşvebirina civaka Kurdî û xizmeta mirovahiyê de rolekî berbiçav bibînin.

Kurdistan Haberleri

Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin a ava vexwarinê vedike
Petrola Kerkûkê dê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê were hinartin
Konseya Ewropayê: Tirkiye di hejmara girtiyan de li Ewropayê yekem e
Kurdên Êzidî yên li Ewropayê dixwazin vegerin axa bav û kalan
CENTCOM: Di êrîşên Îranê de 2 serbazên Amerîkî li Urdinê hatin kuştin