Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê hate ragihandin

"Kombend beşeka ji Şoreşa sûrî ye, û doza kurd li Sûriyê pirsek niştîmanî- demokratîkî giştî ye ku hemû sûriyan peywendîdar dike.

 

Li Ûrfa ya Kurdistan Bakur, bi beşdarbûn hijmareka mezin ji rêxistin û keseyatiyên kurd û ereb, Kombenda Kurdên Serbixwe yên Sûriyê, îro (11.06.16),  kongre xwe yê damezrêner lidarxist.

Bi beyanameya dumahî ya kongre de hatiye ku "Kombend beşeka ji Şoreşa sûrî ye, û doza kurd li Sûriyê  pirsek niştîmanî- demokratîkî giştî ye ku hemû sûriyan peywendîdar dike. Çareseriya vê kêşeyê bi danepêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê kurd û pêkhateyên din ên netweyî û olî yên welat dibe. Kongrê Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) weke berpirsê rewa yê gelê kurd li Sûriyê, û hevalbendê sereke yê Kombendê dibîne" .

Hejayî gotinê ye, kongrê konseya birêvebir a Kombendê ku  ji 31 endamî pêk tê hibijart. Her weha Abdele'zîz Temo weke serokê Kombendê hate hilbijartin.   

(E.B)

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist