Komara Îslamî yek ji girtîyên xwepêşandanên Befranbarê darvekir

.

Dezgeha bi nav Dadwerî ya Komara Îslamî bi cîbicîkirina cezayê îdamê ya Mihemed Emînî Dehqanî, yek ji girtîyên xwepêşandanên Befranbara 1404 li Îsfahanê, careke din nigeranî li derheq bikaranîna cezayê îdamê bo dosiyeyên ewlehî û siyasî, û bikaranîna cezaya îdamê bo tepeserkirina xwepêşanderan zêde kir.

Dezgeha Dadwerî ya rejîmê Dehqanî bi avêtina Koktêl Molotov bo ser fermandariya bajêr û baregeha polîsê ya Dehaqan û beşdarbûna di xwepêşandanan de tohmetbar kir.

Volker Turk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî, di 25ê Cozerdanê de ragihandibû ku Îranê ji destpêka sala 2026 heta niha nêzî 40 kes bi tohmetên “kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî” îdam kiriye. Ji van, 18 kes ji xwepêşanderên Befranbarê bûn.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir