Köln: Ozçelik bi hevalên xwe yên berê re hatin cem hev!

Serokê PAKê Ozçelik û endamên Meclîsa PAKê Feyaz Ekemen, M.Ali Yildirim û Sirac Kirici ve li bajarê Kölnê bi havêlên berê re civîn li dar xistin!

Serokê PAKê Mustafa Özçelik hevdîtinên xwe yên li Almanyayê berdewam dike.

Mustafa Özçelik li gel endamên Meclîsa PAKê M.Ali Yildirim û Sirac Kirici, di roja 19.01.2018an de li bajarê Oldenburgê seredana Mala Êzidîyan kir. Serokê Mala Êzidîyan Rêzdar Şahap Dağ û rêveber û endamên Mala Êzidîyan pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê di eynî rojê de li bajarê Oldenbûrgê civînek taybet bi dost û hevalên PAKê re li dar xist. 
herweha di roja 19.01.2018an de li bajarê Bremenê bi nûnerên partîyên ji her çar çar perçeyên Kurdistanê û bi dost û hevalên PAKê re hevdîtinek pêk anî.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li gel endamên Meclîsa PAKê M.Ali Yildirim û Sirac Kirici,di roja 20.01.2018an de li Bajarê Celle ya Almanyayê li gel dost û hevalên PAKê civîneke taybet li dar xistin.

Roja 21.01.2018an Serokê PAKê Mustafa Özçelik li gel endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Feyaz Ekmen, endamên Meclîsa PAKê M.Ali Yildirim û Sirac Kirici li bajarê Kolnê li gel dost û hevalên PAKê civînek li dar xist.

Mustafa Özçelik di van hevdîtin û civînan de, di derbarê rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê, yekitîya sîyasî û rêxistinî, yekitîya netewî, Kongreya Netewî, Bloka Kurdî ya Hilbijartinê de bîr û ray û perspektîfên PAKê pêşkêş kir.

Hevdîtin û civîn di atmosfereke germ, welatperwerane û dostane de, bi awayekî berhemdar derbas bûn.

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir