Koçberên ji Şehbayê yên li Qamişloyê bê stargeh mane

.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi sedan malbatên koçber ên ji gundên Şehbayê bi krîzeke nû ya mirovî re rû bi rû mane.

Piştî ku van malbatan ji ber êrişên hêzên hikûmetê malên xwe terikandin û li dibistanan bi cih bûn, niha Birêvebiriya Perwerdeyê ji bo valakirina dibistanan tenê 24 demjimêr molet daye wan.

Zêdetirî 5 hezar koçberên Şehbayê li dibistanan dimînin û ew niha di nava tirs û nezelaliyê de ne.

Ew ne dikarin vegerin gundên xwe û ne jî cihê wan heye ku lê bimînin.

"Zarokên nizanin navê xwe binivîse"

Kurdên gundên navçeya Şehbayê ya parêzgeha Helebê, ji ber şer koçberî parêzgeha Hisîçayê bûbûn.

Lê ew hîn newêrin vegerin malên xwe.

Amel Osmana koçber, niha li dibistaneke Qamişloyê dimîne.

Birêvebiriya Perwerdeyê 24 demjimêr molet daye wê da ku wê dibistanê vala bike.

Amel Osmanê li ser vê rewşê diltengiya xwe anî zimên û got:

“Ji bo em vir vala bikin 24 demjimêr molet da me. Wan ji me re got 'Eger hûn vala nekin em dê bi zorê we derxînin ji ber ku dê zarok li dibistanê bixwînin.'

Zarokên me jî hene. Keça min 14 salî ye û nizane navê xwe binivîse. Çima zarokên wan dixwînin lê yên me naxwînin?”

Piştî bûyera Serê Kaniyê metirsiya vegerê zêde bû

Li gorî amarên Encûmena Koçberên Şehbayê, xelkê 210 gundên Kurdan hîn jî koçber in.

Hezar û 400 malbat ku ji zêdetirî 5 hezar mirovî pêk tên li herêmê ne.

Hinek ji wan di nav malan de kirêdar in û hinek jî li dibistanan dijîn.

Encûmenê diyar kir ku amadehî ji bo vegera koçberên Şehbayê dihat kirin lê piştî êrişa li ser karwanê vegera Serê Kaniyê, karê wan jî rawestiya.

Niha ew bi hikûmetê re hewl didin da ku bi garantî vegerin û ewlehiya wan bê parastin.

Heke ev yek pêk neyê, ew neçar in koçberan veguhêzin navendeke din a hewandinê da ku pêvajoya xwendinê dest pê bike.

"Em li benda çareseriyê ne"

Hevserokê Encûmena Koçberên Şehbayê Ehmed Xalûsî li ser diyaloga bi rayedaran re ev agahî dan:

“Em carekê bi hikûmetê re rûniştin, wan ji me re got hûn dê vegerin. Me bi birêvebiriya vir re jî axivî.

Lê piştî bûyera karwanê Serê Kaniyê hewldan têk çûn. Niha him hikûmet him jî birêvebiriya vir dê çareseriyekê bibînin.”

23yê vê mehê Birêvebiriya Perwerdeyê daxwaz ji wan koçberan kir ku li 15 dibistanên Qamişloyê ne, cihên xwe vala bikin ji ber ku dê pêvajoya xwendinê dest pê bike.

Koçber jî dibêjin xwendina zarokan girîng e lê zarokên wan jî bûne qurbaniyên şer û hewceyî cihekî ne.

Siyaset Haberleri

Tirkiye: Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li aliyê me ji bo vekirinê amade ye
Serok Barzanî: Em dê rê nedin ku Kurdistan bibe stargeha gendelkaran
Li Soranê dronek hat xistin
Li Silêmaniyê xalîçeya sor ji bo fîlma 'Mala Pîrê' hat raxistin
Mihemed Îsmaîl: Em navê Kurdistanê ji partiya xwe dernaxin