Koalîsyonê destûr da ku Îraq bi F-16an êriş bike

‘

Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê, destûr da Hêzên Asmanî yên Îraqê ku bi balafirên F-16 û AC-208S bi awayekî serbixwe êrişî pêgehên DAIŞê bike.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), ev destûr piştî perwerdehiyeke 8 hefteyî ya hevpar a li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Karmendên hêzên ewlehiyê yên Îraqê di şert û mercên dijwar û rasteqîn de kursa armancgirtinê bi serkeftî bi dawî anîn. 

Vê yekê jî şarezayiya wan a di armancgirtinê de bêyî piştevaniya personelên Amerîkayê nîşan da.”

"Hêzên ewlehiyê yên Îraqê amade ne"

Birêvebirê Koma Şêwirmendiya Leşkerî ya Hêzên Koalîsyonê Steven T. Rivera got:

“Ev serkeftin nîşan dide ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê amade ne ku li seranserê welêt bi awayekî serbixwe bersiva gefên DAIŞê bidin.”

Steven T. Rivera bal kişan li ser hevkariya bi Îraqê re û got, “Ev mînakeke eşkere ya hevkariya serkeftî ya bi Îraqê re di qonaxa derbasbûna ji bo hevpeymaniya ewlehiyê ya dualî de ye.”

Koalîsyona Navneteweyî sala 2014an hatibû avakirin û erkê wê wekî şêwirmendî, alîkarî û dabînkirina amûran ji bo hêzên Koalîsyonê ên li dijî DAIŞê hatibû pênasekirin.

Rivera her wiha li ser metirsiya DAIŞê jî got, “Gefa DAIŞê kêm bûye û endamên rêxistinê belav bûne.

Hêzên dijîterorê yên Îraqê jî şiyan, pisporî û amûrên xwe bi awayekî berbiçav bi pêş xistine.”

DAIŞê sala 2014an êrişî Îraqê kiribû û rêxistin Kanûna Pêşîn a 2017an bi temamî hatibû têkbirin. 

Lê belê ji wê demê ve şaneyên razayî yên rêxistinê li deverên cuda yên welêt êrişên xwe yên sînordar didomînin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin