Koalîsyonê 76 barhilgir û wesayîtên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê

.

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyê (Koalîsyon) karwanekî nû yê alîkariyên leşkerî û lojîstîk şand Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), ev karwan wekî karwanê herî mezin ê 2026an hatiye tomarkirin.

Koalîsyonê karwanekî ku ji 70 barhilgir û 6 zirxpoşên cureyê “Bradley” pêk dihat, di Deriyê Sînorî yê El-Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Ber bi baregeha Qesrikê ve çûn

SOHRê da zanîn ku di karwan de barhilgirên girtî hebûn ku kel û pelên leşkerî û lojîstîk vediguhastin.

Hat diyarkirin ku karwan ber bi baregeha Qesrikê ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li bakurê rojavayê parêzgeha Hisîçaya ve çûye.

Ev karwanê ku ji 76 wesayîtan pêk dihat, wekî yekem karwanê mezin ê bejahî yê Hevpeymaniya Navdewletî yê îsal hat pênasekirin.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin