Koalîsyonê 20 kamyon şandin baregeheke xwe ya li Rojavayê Kurdistanê

.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) hêzeke nû ya leşkerî şand herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de li Rojavayê Kurdistanê.

Hat zanîn ku karwanekî ku ji 20 kamyonên alavên leşkerî û tankerên sotemeniyê pêk dihat, ji Deriyê Sînorî yê Welîd ê li gel Herêma Kurdistanê derbas bû û berê xwe da Baregeha Qesrekê ya li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê.

Doh hêzên Amerîkayê bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li heman baregehê tetbîqatên leşkerî pêk anîbûn.

Hatibû ragihandin ku di dema tetbîqatan de çekên pêşketî yên ku nû gihiştibûn baregehê hatine bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên