Koalîsyon û eşîr civiyan: 'Yekane çareserî nenavendîtî ye'

.

Serokê eşîra El-Bureycê Mihemed Nûr El-Zîb li ser hevdîtina serokên eşîran û Koalîsyonê ragihand ku di hevdîtinê de nenavendîtiya îdarî wekî yekane çareseriya guncav ji bo krîza Sûriyeyê hatiye tekezkirin.

Şandeke Hevpeymaniya Navneteweyî, îro Yekşemê, bi şêx û rûspiyên zêdetirî 15 eşîrên mezin ên Reqayê re, ligel nêzîkî 50 nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û rûspiyên herêmî, civîneke berfireh lidar xist.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di civînê de li ser paşeroja Reqayê û rewşa wê ya heyî gotûbêjeke berfireh hat kirin ku beşdaran tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û diyar kir ku ew “zarokên herêmê” ne û ji bo rizgarkirina bajêr ji rêxistina DAIŞê bi deh hezaran şehîd dane.

"Bûyerên li Elewî û Durziyan nikarin li Reqayê dubare bibin"

Beşdaran ji Koalîsyonê xwest ku destûrê nedin ti şêweyî radestkirina çekan an bajêr, an jî derxistina HSDyê ji wir bi ti awayî û redkirina xwe ya teqez a vegera hikûmeta Şamê ya ji Reqayê diyar kirin.

Wan bûyerên li berava Sûriyeyê yên li Elewiyan yên li Siwêdayê yên Durziyan wekî komkujî bi nav kir tekez kir ku ew tecrûbeyên xwînî nikarin li bajarê wan dubare bibin.

Li aliê din Serokê eşîra El-Bureycê Mihemed Nûr El-Zîb hûrqiliyên civînê ji Ajansa North Pressê re eşkere kirin.

Mihemed Nûr el-Zîb bi tundî ew îdiayên ku nîqaş li ser radestkirina bajêr ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re hatiye kirin red kir.

Mihemed Nûr el-Zîb got, civîna ku yekşemê hat lidarxistin, bi giranî li ser rewşa siyasî û komkirina nêrînên civaka sivîl ên derbarê dan û standinên berdewam ên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de bûye.

Wî tekez kir ku civîn bêyî amadebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û ti nûnerên wan ên leşkerî pêk hatiye.

2 civîn hatin lidarxistin

Li gorî El-Zîb, du civînên cuda hatine lidarxistin; di ya yekem de şêx û serokên eşîrên Reqa û Tebqayê li hev civiyane da ku rêyên xurtkirina hevkariyê û piştgirîkirina dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de gotûbêj bikin.

Beşdaran tekezî li ser wê yekê kir ku divê dan û standinên bi vî rengî di bin sponsoriya navneteweyî û garantiyên Koalîsyonê de bên kirin.

Di civîna duyem de jî desteya şêwirmendiyê ku ji heft pêkhateyên nûnertiya beşên cuda yên civaka Reqayê dikin, di nav de serokên eşîran, rûspî, kesayetên olî û siyasî, komên civaka sivîl, rewşenbîr, teknokrat, çalakvanên mafên mirovan, jin û endamên meclisên yasadanîn, cîbicîkar û dadweriyê, beşdar bûn.

"Divê nenavendîtiya îdarî bibe çareserî"

El-Zîb da zanîn ku beşdaran israr kirine ku Koalîsyona Navneteweyî rêzê li prensîbên neteweyî bigire, bi taybetî yekîtiya axa Sûriyeyê, redkirina dabeşkirin an veqetandinê û pejirandina nenavendîtiya îdarî wekî tekane çareseriya guncav ji bo krîza Sûriyeyê.

Wan her wiha daxwaz kir ku di gerên pêşerojê yên danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmetê de sponsoriya navneteweyî berdewam bike.

Di dawiyê de wî ew raporên ku îdia dikin dibe ku bajar ji hikûmetê re were radestkirin wekî "bi temamî derew" bi nav kir û tekez kir ku civînên bi Koalîsyona Navneteweyî re di çarçoveyeke sivîl û siyasî de dimînin, bêyî ti roleke leşkerî yan veguhestineke rastî ya desthilatê.

Kurdistan Haberleri

Balyozxaneya Amerîkayê paşeroja hêzên xwe yên li Iraqê eşkere kir
SANA dê dest bi weşana bi Kurdî bike
Amerîka Sûriyeyeke çawa dixwaze?
Pirtûka nu ya Eskerê Boyîk: Rêya jiyana min
PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû